ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinê re, em mijara tundiya pergalê ya di girtîgehên Îranê de li ser jinan digrin dest. Çawa ku xwişkên Mîrabel di têkoşîna xwe ya li dijî tundiya dewletê de jiyana xwe ji dest dan, îro jî jinên wek Zeyneb Celaliyan, Gulrûx Îraî, Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî heman rêyê didomînin.
Her çend girtîgehên Îranê ji bo girtiyan bûne cihên îşkence û mirinê jî, di heman demê de ew bûne sembolên berxwedana jinan jî.
Girtiya siyasî ya berê û Malbatên Li Edaletê digere ya Khvaran (Khavaran Justice-Seeking Families) Mersede Qadî, der barê tundiya pergalî ya li girtîgehên Îranê û berxedana ku jin li dijî vê tundiyê nîşan didin de pirsên ajansa me bersivand.
Destpêkê, em dixwazin hûn wek jinek girtiya siyasî, tundiya pergalî ya ku hûn di salên 1980’an de li girtîgehê rastî hatin binîn ziman. Piştre emê berxwedana ku di roja me ya îro de li girtîgehan didome bigrin dest.
Her çend çar dîwarên girtîgehekê ji bo jin û mêran hinek taybetmendiyên hevpar parve dikin jî, dema dor tê jinan, cûdahiyên girîng hene. Dema rastiyên cudakariya zayendî û hemwelatîbûna beşa duyemîn a jinan, li pişt dîwarên girtîgehê tên veguheztin, ev vediguhere formeke tundiyê ya tevlihev. Ji kêliya yekem ve, di dema lêgerîna beden de jin bi tacîza zayendî û biçûkxistinê re rûbirû dimînin. Her çend mêr jî bi heman awayî muameleyê dibînin jî, êrîşa zayendî û reftarên xiran ji bo jinan pir dijwartir in.
Li gorî ezmûnên min ên di salên 1980’an de, ez dikarim bibêjim jin heta wek çalakvanên siyasî jî nehatin hesibandin. Ji wan re hatiye gotin, ‘Çi karê we bi siyasetê re heye? Ma hûn wateya peyva ‘siyaset’ dizanin? Hûn tenê ji ber têkiliyên xwe bi mêran re tevlî van çalakiyan bûne.’ Pirsên yekem ên ku ji jinan re hatine kirin li ser cewhera têkiliyên wan bi mêran re bûn. Di navbera mêr û jinan de der barê qamçîkirin, îşkence an jî girtina hucreyan de tu cûdahî tune bû. Muameleya di hundurê odeya îşkenceyê de wekhev bû. Lê li derveyî wê odeyê, jin rastî tacîza devkî û biçûkxistinên li ser bingeha zayendî dihatin. Hinek jin dema ducanî bûn hatin qamçîkirin û ji wan re hat gotin ku divê ew dawî li ducaniyên xwe binîn.

‘Dema jin dihatin qamçîkirin, bedenê wan bi xwînê dihat nixumandin’
Dayîkên ku zarokên wan ji aliyê gardiyanan ve dihatin girtin, dihatin qamçîkirin. Dema ji odeya qamçiyan derdiketin, di şîrdana zarokên xwe de zorî dikşandin. Zarokên hinek dayîkan rehîn dihatin girtin û gardiyanan di berdêla ewlehiya zarokên wan de agahî dixwestin. Li vir cudabûna di navbera ezmûnên jin û mêran de dest pê dike. Ji aliyê fîzyolojîk ve, pirsgirêka dema regilê û pêdiviya bi berhemên paqijiyê jî hebû. Ev pirsgirêkek ku em wê demê pê re rûbirû diman û îro jî dewam dike. Dema jin dihatin qamçîkirin, bedenê wan bi xwînê dihat nixumandin. Ji bilî vê yekê, ev îşkence heta di dema mehane ya regila jinan de jî dihatin kirin. Îro, jin bi heman zehmetiyan re rûbirû dimînin. Jinên di girtîgehê de neçar dimînin li şûna berhemên paqij cilûbergên kevin an rojnameyan bikar bînin, ev jî dibe sedema nexweşiyên cûda.
Wekî din, kuaforî pêkanînek ku li ser girtiyan tê ferzkirin, bi rengekî nehevseng bandorê li jinan dike, dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê û mûbûna rû. Di girtîgehê de, hûn bi temamî di bin rehma pergalê û dewleta mêrsalar de ne. Bi van yasayan, dorpêçkirîne, ew kontrola temamî li ser wan dikin û çi dixwazin dikarin bikin. Lê ev berxwedan bûye sedema naskirina têkoşînên jinan ên îro.
Sepideh Gholian serpêhatiyên xwe yên der barê hevdîtinên xwe yên bi girtiyên ciwan re di rêze nameyên ku vê dawiyê weşandin de parve kir. Ev jinên ciwan ên 18 û 19 salî ku beşdarî xwepêşandana bûne ku piraniya wan berê xwe dan dîrokek çalak nebûne. Gelo heqaretên li wan tên kirin, tundiya zayendî ya li wan tê kirin, dê bandorek çawa li rewşa van jinên ciwan bike?
Gelek ji me, li gorî hewildanek ku li çaraliyê cîhanê tê dîtin beşdarî çalakiyên siyasî an rêxistinî bûn û agahiya me hebû ku tecawiz amûrek sereke ye ku li dijî jinan tê bikar anîn. Ev taktîk di girtîgehên Komara Îslamî de jî tê bikar anîn. Karanîna wê di sala 2022’an de pir zêde bû. Bi armanca bi zorê îtiraf ji mêran bigrin, wan bi tecawîza li dijî jinan, malbatên wan û mêran gef dixwarin. Destdirêjiya devkî ya eşkere ya zayendî, rêbaza yekem ku ew ji bo şikandina berxwedana girtiyan bikar tînin. Di sala 2022’an de, cara ewil wan îşkencekarên jin erkdar kirin ku li dijî girtiyên mêr bixebitin û mêran bi awayên êrîşen zayendî yên ku bi gelemperî li ser jinan tên sepandin re rûbirû hiştin.
Ciwanên me li ber xwe dan. Rastî tecawizê hatin û piştre hatin kuştin. Ev taktîk li dijî ciwanên ku ji bo trawmayek wusa neamade ne tê bikar anîn. Ji bo kesek 17 an jî 18 salî, destdirêjiya fîzîkî ya li ser bedenê jinekê pir wêranker e. Em vê yekê di çarçoveya şêwazên cûda yên îşkenceyê de dinirxînin. Biçûkxistina jinan ya zayendî, wek amûrek ji bo derxistina îtîrafan tê bikar anîn. Ew jinan jî wek amûrek ji bo hedefgirtina mêran bikar tînin. Bi girtina jin û mêran a di hucreyên kêlek hev de, gef li mêran dixwin û dibêjin ku ‘Ger hûn îtîraf nekin, em ê tecawizî hevjîna we bikin.”
Heta dayîk û malbat jî di qada hevdîtinê de rastî tundî û lêgerîna bedenî hatin. Heta zarokên keç ên sê an jî çar salî jî rastî lêgerînên bi vî rengî yên destwerdanê hatin.
Li jinên ku ji ber sûcên biçûk hatine girtin binêrin, gelek ji van jinan bi rastî jî hedefên tundiya nava malê ne û dibe ku ji ber berteka li dijî wê tundiyê di girtîgehê de bin. Ev jinên ku neçar mane hevjînên xwe ji bo parastina xwe ya li dijî tundiyê bikujin, piştre bi şêweyekî piralî yê tundiyê re rûbirû dimînin. Him ji aliyê malbatên xwe û him jî malbatên hevjînên xwe ve tên dûrxistin. Gelo hûn der barê vê mijarê de çi difikirin?
Girtiyên siyasî xwedî deng in û nasnameyên wan ji aliyê me ve tên zanîn. Lê rewş ji bo kesên ku ji ber sûcên ne siyasî hatine mehkûmkirin pir cûda ye. Kesên ku di rastiyê de bûne hedefa pergalê bi xwe ne. Gelek ji wan di malên xwe û di nav malbatên xwe de rastî destrêjiyê hatine.
‘Jin rastî destdirêjî û muameleya xirab tên’
Hinek jin ji aliyê hevjinên xwe ve di malbatên xwe de neçar dibin ku bazirganiya narkotîkê bikin. Dema tên girtin, ev mêr hemû têkiliyên xwe bi wan re qut dikin û jin ji aliyê malbatên xwe ve bi temamî tên dûrxistin. Ji ber ji malbatên xwe ti destekek darayî wernagirin, ew neçar dimînin ji bo bijîn di girtîgehê de tehemûla destdirêjiyê bikin. Zarokên wan di xizmetên civakî de tên bicihkirin û destur nayê dayîn jin nêzî zarokên xwe bibin. Her çend jinek ji girtîgehê bê berdan jî ew nikare bizanibe zarokê wê li kudere ye.
Ev jin rastî biçûkxistinek kûr tên û di dawiyê de tên darvekirin. Ji destpêkê ve, ji wan re tê gotin ku ew ê bên darvekirin û piştre 10 heta 12 salan di girtîgehê de rastî destdirêjî û muameleya xirab tên û li benda roja darvekirina xwe dimînin. Pergal wan tenê ji ber ku jin in, him di hundir û him jî li derveyî girtîgehê dipelçiqîne. Berê hejmara girtiyên siyasî zêdetir bû, lê îro ji ber xizaniya aborî ya pergalî ku barê herî giran dixe ser jinan, hejmara girtiyên bi sûcên ‘ji rêzê’ (ne-siyasî) hatine mehkûmkirin pir zêde bûye.
Tevî hemû tundiyê, berxwedan li girtîgehan didome. Nameyên ku ji hêla Gulrûx Îraî, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzş ve hatine şandin, nivîsên Sepideh Gholian ku bûye dengê girtiyên din û vegotinên kesayetên mîna Sûheyla Erabî ku ew jî wekî dengek ji bo kesên girtî kar dike, mînakên vê yekê ne. Zeyneb Celaliyan jî tevî hemû tundiyê, sirgûniya bi darê zorê û salên girtîgehê yên dirêj, berxwedana xwe didomîne. Gelo ev rihê berxwedan û têkoşînê çavkaniya xwe ji kudere digre?
‘Ji bo jiyan û azadiya bêyî şert û merc têdikoşin’
Ez dixwazim gotinên xwe bi vê gotina Zeyneb Celaliyan dest pê bikim: “Ez ji bo azadiyê şer dikim û dixwazim bibim dengê kesên ku li kêleka min jiyana xwe ji dest dane.” Her wiha nameya Werîşe ku ji hêla Gulrûx Îraî ve hatibû parvekirin hat bîra min; ew hevalên min ên ku hatin ba min û gotin, “Ez bi cezayê darvekirinê hatim mehkûmkirin’ anî bîra min. Lê ew ne xemgîn bûn. Kampanyaya ‘Sêşema ji cezayê darvekirinê re na’ berxwedana li girtîgehan anî kolanan. Niha teqawîd jî piştgiriyê didin van û dengê xwe bilind dikin û dibêjin ‘Ji cezayê darvekirinê re na’.
Ev hemû sembola têkçûna Komara Îslamî ye. Ev têkçûn berdewamiya berxwedanê ye. Di çalakiyên Sûheyla Arabî de tê dîtin ku bênavber îdianameyên li dijî girtiyan bi raya giştî re parve dike. Ev mirov ji bo jiyan û azadiya bê şert û merc têdikoşin. Ew ji bo wekheviya zayendî têdikoşin. Ew bi tundî li dijî rejîmê radiwestin û dibêjin: “Hûn dikarin darvekirinan pêk bînin, lê em jî li ber xwe bidin.”



